3 Li ser vê yekê Padîşahê Erîhayê, ji Rahavê re xeber şand û got: “Zilamên li mala te dimînin derxe derve. Çimkî ew hatine li ser tevahiya welêt lêkolînê bikin.”
serekên Emmoniyan ji Hanûnê xweyê xwe re got: “Ji bo ku Dawid ev zilam şandin ba te, tu dibêjî qey, Dawid rêzdariya wî li gel bavê te heye? Gelo dibe ku Dawid ew zilam ji te re şandibin ku bajêr nas bikin, sixûriyê bikin û hilweşînin?”
Peywirdarên Avşalom, dema ku gihîştine malê, ji jinikê re got: “Ahîmaes û Yonatan li ku ne?” Jinikê wiha bersiv da: “Derbasî aliyê din ê çem bûn.” Peywirdarên Avşalom çûn li wan geriyan. Dema ku ew nedîtin, vegeriyan Orşelîmê.
serekên Emmoniyan ji Hanûn re got: “Bi şandina kesan ji bo sersaxiya bavê te, ma ji te kirî, Dawid qedrê bavê te digire? Ev xulam hatine ba te. Gelo ev xulam, ne ji bo casûsî, sixûrî û tevlihevkirina welêt hatibin?”
Gava ku Petrûs girt, ew avêt zîndanê û ji bo ku nobedariya wî bikin, çar kom leşkerên ku her yek ji wan ji çar kesan pêk dihat, danîn ber wî. Niyeta wî ew bû ku piştî Cejna Nanê Şkeva wî derxe ber gel.
Şevekê beriya wê roja ku Hêrodês wî derxe meydanê, Petrûs bi du zincîran girêdayî, di navbera du leşkeran de radiza. Û nobedaran li ber derî nobedariya zîndanê dikirin.
Wan wiha kir û her pênc padîşah; Padîşahê Orşelîmê, Padîşahê Hevronê, Padîşahê Yarmûtê, Padîşahê Laxîşê û Padîşahê Eglonê ji şikeftê deranîn û anîn ba Yêşû.