23 Herdu zilam ji bo vegerin ji herêma çiyayî berjêr bûn, Çemê Şerîayê derbas kirin û çûn ba Yêşûyê kurê Nûn. Hemû tiştên hatine serê wan jê re gotin.
Zilam rabûn hilkişiyan herêma çiyayî û heta kesên dabûn pey wan zivirîn, sê rojan li wir man. Kesên dabûn pey wan bi tu awayî ew nedîtin.
Wan ji Yêşû re got: “Xudan bi rastî jî tevahiya welêt da destê me. Dilê hemû şêniyên welêt li ber me ji tirsa heliya.”
Gava hûn gihîştin wê derê, hûnê miletekî bêxem bibînin. Welat ji her aliyî ve fireh e. Xwedê ew der daye destê we. Kêmahiya wê derê tuneye, her tiştê dinyayê heye!”
Wan got: “De rabin! Em êrîşî wan bikin. Me welat dît, ax bi têra xwe baş e. Hûn hê li vir in?! Rabin, dereng nemînin! Em welêt bi milkî bistînin.