18 Lê gava em ketin welêt, divê tu vî tayê sor bi pencereya ku te em jê daxistin ve girê bidî. Tê bavê xwe, diya xwe, birayên xwe û hemû maliyên bavê xwe li mala xwe bicivînî.
Xwîna li ser xaniyên we, wê ji bo we bibe nîşan. Gava ez xwînê bibînim ezê di ser we re derbas bibim. Gava ez ji bo helakirinê li welatê Misrê bixim, wê tu bela neyê serê we.
Ji ber vê yekê min zû şand pey te û te jî qenc kir ku tu hatî. Niha em hemû li vê derê li ber Xwedê amade ne, da ku em hemû tiştên ku Xudan li te emir kirine, bibihîzin.»
Çimkî piştî ku Mûsa her emrê Şerîetê ji tevahiya gel re got, bi hiriya sor û bi çiqilê gûrizê xwîna nêrî û conegayan bi avê re, li kitêbê bi xwe û li tevahiya gel reşand
Yêşû Rahava fahîşe, maliyên bavê wê û hemû maliyên wê sax hiştin. Jinik heta îro jî di nav gelê Îsraêl de rûdine. Çimkî wê qasidên Yêşû şandin ku sixûriya Erîhayê bikin, veşartibûn.