14 Zilaman jê re got: “Heke hûn ya ku em dikin eşkere nekin, bila canê me di ber we de be. Gava Xudan ev welat da me, emê dilsozî û dilovaniya xwe nîşanî te bidin.”
Çaxê rojên mirina wî nêzîk bûn, wî gazî kurê xwe Ûsiv kir û jê re got: “Heke dilê te bi min xweş be, destê xwe deyne ser ranê min û soz bide ku tê qencî û dilsoziyê nîşanî min bidî. Min li Misrê veneşêre.
Dema padîşah derbas bû, pêxember qîriya û got: “Ev xulamê te ketibû şer, leşkerek zilamekî dîl anî û got: ‘Hay ji vî zilamî hebe. Heke bireve, tê bergîdana wî yan bi canê xwe, an bi telantek zîv bidî.’
Wê bajar û her tiştê tê de ji bo xerakirinê, ji Xudan re bên veqetandin. Wê tenê Rahava fahîşe û hemû kesên pê re ku di mala wê de ne, bijîn. Çimkî wê qasidên me veşartin.
Yêşû Rahava fahîşe, maliyên bavê wê û hemû maliyên wê sax hiştin. Jinik heta îro jî di nav gelê Îsraêl de rûdine. Çimkî wê qasidên Yêşû şandin ku sixûriya Erîhayê bikin, veşartibûn.
Herçî tu yî, were qenciyê bi xulamê xwe bike. Çimkî te li ber hizûra Xudan soz û peymana biratiyê da min. Ez neheq bim, tu bixwe min bikuje. Çima tê min bibî ba bavê xwe?”