1 Yêşûyê kurê Nûn, ji Şîttîmê bi dizî du sixûr şandin û ji wan re got: “Herin welêt, bi taybetî li Erîhayê binêrin.” Ew jî bi rê ketin û çûn mala fahîşeyeke ku navê wê Rahav bû û wê şevê li wê derê man.
Ji nav xwe yekî bişînin ku birayê we bîne. Yên mayî jî wê bikevin zîndanê. Emê bibînin ka gotina we rast e yan na. Heke ne rast be, ez bi serê Firewn sond dixwim ku hûn sixûr in.”
Ya gelê min, pîlanên Balaqê Padîşahê Moavê bi bîr bîne! Bersiveke Balamê kurê Beor bîne bîra xwe. Ka ji Şîttîmê heta Gîlgalê çi qewimiye? Wê gavê tê bizanibî rizgariyên min.”
Pênc zilamên ku sixûriya herêma Layîşê dikir, ji birayên xwe re got: “Hûn dizanin ku di yek ji van malan de, êfodek, pûtên malê û pûtekî rijandî hene? De ka bêjin, hûnê çi bikin!”
pênc zilamên ku sixûriya herêmê dikir ketin hundir. Wan êfod, pûtên malê û pûtên rijandî û qewirandî hildan. Kahin jî li ba şeş sed çekdaran li ber dergeh disekinî.
Bi vî awayî Daniyan ji eşîra xwe, ji bajarên Sora û Eştaolê pênc şervanên mêrxas şandin ku sixûrî û lêkolîna welêt bikin. Wan ji şandiyan re got: “Herin, lêkolîna welêt bikin.” Gava hatin mala Mîxa ya ku li herêma çiyayî ya Efrayîmê bû, ew li wir man.