9 Ji serê çiyê, sînor ditewiya, heta kaniya avên Neftoahê diçû û digihîşt bajarên Çiyayê Efronê. Li wir ew ber bi alî Baalayê ve –ku Qîryat-Yearîm e– ditewiya.
Dawid û tevahiya gelê Îsraêl çûn Baalaya Cihûdayê ku Sindoqa Xwedê Xudanê ku bi navê wî tê zanîn û li ser xerûban text çêkiriye, bînin. Navê din ê Baalayê, Qîryat-Yearîm e.
Wan li nêzîkî bajarê Qîryat-Yearîma Cihûdayê artêşgeh ava kir. Ji ber vê yekê ji vê derê re îro jî Mahanê-Dan tê gotin. Ew li rojavayê Qîryat-Yearîmê ye.