Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 15:8 - Kurmanji Încîl

8 Piştre derbasî ji geliyê Ben-Hînnomê yê ku başûrê pala Bajarê Yevûsê –ku Orşelîm e– ye re dibû û ji vir hildikişiya serê çiyayê ku li rojhilatê Geliyê Hînnomê dikeve û li Bakurê Deşta Refayîmê ye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 15:8
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Filîstî hatibûn, li Deşta Refayîmê belav bûbûn.


Filîstî careke din hatin, li Deşta Refayîmê belav bûn.


Ji bo ku kesek ji Molekê îlah re kur an keça xwe di êgir de neke qurban, Tofeta li Geliyê Ben-Hînnomê qirêj kir.


Dawid bi tevahiya gelê Îsraêl re çû Orşelîmê ku navê din Yevûs e. Gava hatin dera şêniyên Yevûsê bû,


li Zanoahê, li Edûllamê û gundên wê, li Laxîşê û zeviyên wê û li Ezêqayê û li gundên wê rûniştin. Ji Beêr-Şevayê heta Geliyê Hînnomê kon vedan.


Çawa ku pale dexil dide hev, Çawa ku bi destê xwe simbilan bidirû, Çawa ku li Deşta Refayiyan zilamek simbilan bidirû, Wê wisa be.


Gava Yêremya ji Tofeta ku Xudan ji bo pêxemberiyê bike ew şandibû hat, ew li hewşa Mala Xudan sekinî û ji gel re got:


û li nêzîkî dergehê Harsîtê, bikeve Geliyê Ben-Hînnomê. Gotinên ezê ji te re bêjim li wê derê biqîre.


Gotina Xudan ev e: “‘Loma roj tên ku êdî ji vê derê re Tofet an Geliyê Ben-Hînnomê nebêjin, lê wê jê re Geliyê Serjêkirinê bêjin.


Lê Cihûdayiyan Yevûsiyên ku li Orşelîmê rûdiniştin neqewitandin. Yevûsî heta îro jî di nav Cihûdayiyan de li Orşelîmê dimînin.


Sînor ji wir digihîşt quntara çiyayê li pêşberî Geliyê Ben-Hînnoma ku bakurê Deşta Refayîmê ye, li ber başûrê palên Yevûsê û di Geliyê Hînnomê re derbas dibû û dadiket Eyn-Rogêlê.


Sêla, Haelef, Yevûs –ku Orşelîm e– Gîva û Qîryat; bi gundên xwe ve çardeh bajar. Mîrasa binemalên Binyamîniyan ev bû.


Lê Binyamîniyan, Yevûsî neqewitandin ku li Orşelîmê rûdiniştin. Yevûsî îro jî li Orşelîmê bi Binyamîniyan re rûdinin.


Eşîra Cihûda êrîşî Orşelîmê kir û bajar desteser kir. Wan gel da ber şûran û agir berda bajêr.


Lê zilam nexwest ku şeveke din bimîne. Rabû, cariyeya xwe hilda û bi du kerên palankirî bi rê ket. Ew gihîşt pêşberî Yevûsê ku Orşelîm e.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ