Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 15:7 - Kurmanji Încîl

7 Ji wir sînor ji Deşta Exorê heta Devîrê diçû, heta Gîlgala ku li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê yê ku li başûrê deştê ye, ber bi aliyê başûr ve ditewiya, heta ava Eyn-Şemeşê diçû û digihîşt Eyn-Rogêlê.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 15:7
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di vê navberê de Yonatan û Ahîmaes li Eyn-Rogêlê diman. Keçikeke xizmetkar radibe hal û mesele ji wan re dibêje. Ew jî diçin tiştê ku bihîstine ji Dawidê Padîşah re dibêjin. Çimkî çavê wan nedibirî bikevin bajêr û kes wan bibîne.


Adoniya li ber Zinarê Zoheletê yê li nêzîkî Eyn-Rogêlê; pez, dewar û golikên dermale serjê kirin û gazî hemû birayên xwe ku kurên padîşah bûn û gazî hemû zilamên Cihûdayê kir ku xulamên padîşah bûn.


Ji bo gelê min ê li min digere, Wê Şaron ji bo pezê wan bibe mêrg, Deşta Exorê ji bo dewarên wan bibe mexel.


Diya wan zina kir, Li wan bi zaro ma, riswatî kir. Got: ‘Ezê li pey yarên xwe herim. Ew av û nan, hirî û kitan, Meyê û rûnê zeytê didin min.’


Yêşû bi gelê Îsraêl re vegeriya artêşgeha xwe ya Gîlgalê.


Ji wir, ew bi ser şêniyên Devîrê de çûn ku navê wê yê berê Qîryat-Sêfer bû.


heta Bêthoglayê diçû, ji wir di bakurê Bêteravayê re derbas dibû û digihîşt Kevirê Bohanê kurê Rûbên.


Ji wir ew ber bi aliyê bakur ve berjêr dibû û digihîşt Eyn-Şemeşê û ji wir jî digihîşt Gelîlota li pêşberî Hevrazê Adûmmîmê. Ji vir jî ew diçû Kevirê Bohanê kurê Rûbên


Di roja dehê meha pêşî de gel Çemê Şerîayê derbas kir û li Gîlgala li herêma rojhilatê Erîhayê kon veda.


Yêşû û hemû gelê Îsraêl, Exanê kurê Zerah, zîv, xiftan, pariyê zêr, kur û keçên wî, ga û kerên wî, pezê wî, konê wî û her tiştê wî hildan û anîn Deşta Exorê.


Paşê wan li ser wî şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne. Bi vî awayî hêrsa Xudan danî. Heta îro jî, ji wê derê re Deşta Exorê dibêjin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ