5 û li ser axa Çiyayê Hermonê, Salkayê, tevahiya Başana ku digihîşt sînorên Geşûrî û Maexayiyan û nîvê din ê Gîlada ku digihîşt sînorê Sîhonê Padîşahê Heşbonê, serwerî dikir.
Ji ber ku ez li bajarê Geşûra xulamê te Aram dijiyam, min soz dabû û gotibû: ‘Heke Xudan dîsa min vegerîne Orşelîmê, ezê herim û li Hevronê biperizim wî.’”
Gava tevahiya fermandar û zilamên wan bihîst ku Padîşahê Babîlê, Gedalya kiriye walî, hatin Mîspayê, ba Gedalya. Îsmaîlê kurê Natanya, Yohananê kurê Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmetê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexa û zilamên wan hatin.
ev serek hatin Mîspayê, ba Gedalya: Îsmaîlê kurê Natanya, Yohanan û Yonatanê kurên Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmet, kurên Eyfayê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexayî û zilamên wan.
Yayîrê Minaşşeyî, hemû herêma Argovê stand ku digihîşt sînorê Geşûrî û Maexayiyan. Wî navê xwe li herêma Başanê danî. Ew der îro jî wekî Hawot-Yayîr tê zanîn.–
ji Kenaniyên li rojhilat û li rojava ne, ji Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, ji Yevûsiyên li herêma çiyayî ne û ji Hîwiyên ku li jêr Çiyayê Hermonê, li herêma Mîspayê ne re xeber şand.
Padîşahên welêt ên ku Îsraêliyan ew têk birin û welatên wan ên li rojhilatê Çemê Şerîayê, ji Geliyê Arnonê heta Çiyayê Hermonê û li tevahiya rojhilatê Eravayê ji xwe re kirin milk, ev bûn:
Di vê navberê de Dawid û zilamên xwe êrîş bir ser Geşûriyan, Gîrziyan û Emalêqiyan. Demeke dirêj bû ew li ser axekê dijiyan ku heta Şûrê û welatê Misrê berfireh bû.