Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêşû 12:3 - Kurmanji Încîl

3 û li ser axa ji Eravayê ber bi rojhilat ve heta Gola Kînneretê, ber bi aliyê Bêtyeşîmotê ve heta Gola Eravayê –Gola Xwê– û ber bi aliyê başûr ve jî heta palên Çiyayê Pîsgayê, serwerî dikir

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêşû 12:3
15 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ev her pênc padîşah li Deşta Siddîmê ku niha Gola Xwê ye gihîştin hev.


Wî ew bajar wêran kir û tevahiya deştê, hemû şêniyên wan bajaran, gul û giyayên li wir tune kirin.


Ben-Hadad guh da Asayê Padîşah û fermandarên artêşên xwe bi ser bajarên welatê Îsraêl ve şandin. Wî bajarên Îyon, Dan, Avêl-Bêtmaexa û herêmên Kînneret û Nefteliyê desteser kirin.


û ji Bamotê çûn deşta li herêma Moavê ya ku li ba palên Çiyayê Pîsgaya pêşberî beriyê ye.


û ji Şefamê xwe berde Rîvlaya li rojhilatê Eyînê. Wê ji wir berjêr bibe û bigihîje palên rojhilatê Gola Kînneretê.


Rojekê gava Îsa li ber perê Gola Cênîsartê sekinîbû, elalet li wî teng dikir, da ku gotina Xwedê bibihîzin.


Piştî vê yekê Îsa derbasî aliyê din ê Gola Celîlê bû ku jê re Teberiya digotin.


Li Eravayê jî sînor Çemê Şerîayê bû. Ev der ji Gola Kînneretê heta Gola Eravayê –Gola Xwê– ji aliyê rojhilat heta palên Çiyayê Pîsgayê hildikişiya.


û tevahiya Eravaya li rojhilatê Çemê Şerîayê, heta Gola Eravaya di palên Çiyayê Pîsgayê de ye.


ji padîşahên herêma çiyayî ya bakur, padîşahên Eravaya ku li başûrê Gola Kînneretê ye, padîşahên Şefêlaya bakur, padîşahên Nafot-Dora ku li rojava ye,


Bêtpeor, palên Çiyayê Pîsgayê û Bêtyeşîmot.


Sînorê wan ê başûr ji keviya başûr a Gola Xwê destpê dikir. Ew ji binê başûrê golê destpê dikir


Sînorê rojhilat ji Gola Xwê heta ber devê Çemê Şerîayê diçû. Sînorê bakur, ji binê gola li devê Çemê Şerîayê destpê dikir,


ava ji jor ve diherikî sekinî, ji dûr ve li bajarê Adamê, nêzîkî Saretanê li cihekî kom bû. Ava ku diherikî Gola Eravayê –Gola Xwê– bi tevahî hat birîn. Gel ji pêşberî Erîhayê çem derbas kir.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ