1 Padîşahên welêt ên ku Îsraêliyan ew têk birin û welatên wan ên li rojhilatê Çemê Şerîayê, ji Geliyê Arnonê heta Çiyayê Hermonê û li tevahiya rojhilatê Eravayê ji xwe re kirin milk, ev bûn:
Ji wir bi rê ket û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon veda ku li beriyê digihîje sînorê Amoriyan. Arnon sînorê Moavê ye ku di navbera Moavî û Amoriyan de ye.
Mûsa padîşahiya Sîhonê Padîşahê Amoriyan û padîşahiya Ogê Padîşahê Başanê da eşîrên Gad, Rûbên û nîveşîra Minaşşeyê kurê Ûsiv. Wî welat, bajar û axa bajarên derdora wan dan wan.
“‘De rabin û ji Geliyê Arnonê derbas bibin. Va ye, min Sîhonê Amoriyê Padîşahê Heşbonê û welatê wî da destê we. Rabin welatê wî ji xwe re bikin milk. Êrîşî wî bikin.
Çawa ku Xudan rihetî daye we, gava bide wan û ew jî axa ku Xwedayê we Xudan dide wan, ji xwe re bikin milk, hûnê ji wan re bibin alîkar. Wî çaxî hûnê vegerin ser axa xwe û ji xwe re bikin milk. Çimkî Mûsayê xulamê Xudan ev axa li rojhilatê Çemê Şerîayê daye we.”
Herwiha ji Çiyayê Halaqê yê ku ji Seîrê dertê heta Baal-Gada ku li Deşta Lubnana li quntara Çiyayê Hermonê ye jî desteser kir. Wî hemû padîşahên van deran desteser kirin, li wan xist û kuştin.
ji Kenaniyên li rojhilat û li rojava ne, ji Amorî, Hîtîtî, Perîzzî, ji Yevûsiyên li herêma çiyayî ne û ji Hîwiyên ku li jêr Çiyayê Hermonê, li herêma Mîspayê ne re xeber şand.
Va ye, çawa ku ji wan re gotibû, Xwedayê we Xudan aramî da birayên we. Niha rabin û vegerin konên xwe û welatê mîrasa xwe yê li aliyê din ê Çemê Şerîayê ku Mûsayê xulamê Xudan daye we.
“‘Ew di beriyê re, di dora welatên Edom û Moavê re derbas bûn, gihîştin rojhilatê welatê Moaviyan û li aliyê din ê Geliyê Arnonê kon vedan. Ew neketin welatê Moavê, çimkî Geliyê Arnonê sînor bû.