30 Xudan bajar û padîşahê wî dan destê gelê Îsraêl. Wî bajar û hemû kesên tê de dan ber şûran, tu kesî sax nehişt. Ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê padîşahê wê jî.
û welat jî li ber wî bikeve dest, wî çaxî hûnê bikaribin vegerin û beramberî Xudan û gelê Îsraêl nekevin bin barekî. Wê gavê wê ev der li ber Xudan bibe milkê we.
Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî.
Paşê gelê Îsraêl hemû şêniyên Ayê ku li beriyê dabûn pey wan kuştin û tevahiya wan dan ber şûran, tevahiya gel vegeriya Ayê û kesên di bajêr de mabûn, dan ber şûran.
Wî Padîşahê Ayê bi darekê ve daleqand û heta êvarê li wir hişt. Gava roj çû ava wî emir kir û wan cendekê wî ji darê anî xwarê û avêt ber dergehê bajêr. Wan li ser cendek şikêreke keviran çêkir ku heta îro jî dimîne.