3 Li ser vê yekê Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê ji Hohamê Padîşahê Hevronê, Pîramê Padîşahê Yarmûtê, Yafiyayê Padîşahê Laxîşê û Devîrê Padîşahê Eglonê re xeber şand û got:
Gava Padîşahê Aşûrê li bajarê Laxîşê bû, Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê qasid şandin û jê re got: “Ez sûcdar im! Bela xwe ji min veke, çi bar bikeve ser milê min ezê bidim.” Padîşahê Aşûrê, sê sed telant zîv û sî telant zêr xist stûyê Hîzqiyayê Padîşahê Cihûdayê.
Padîşahê Aşûrê serfermandar, serkarmend û fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Ew rabûn hatin Orşelîmê. Li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinîn.
Wê gavê artêşa Padîşahê Babîlê li dijî Orşelîmê û li dijî Laxîş û Ezêqayê şer dikir ku bajarên Cihûdayê bûn ku hê neketine dest. Wê gavê di nav bajarên Cihûdayê yên bisûr de tenê ev mabûn.
Herwiha wan Negevê derbas kir û hatin Hevrona ku ji binemalên Enaqiyan; Ahîman, Şêşay û Talmay li wir diman. –Hevron heft sal beriya Bajarê Soanê hatibû avakirin ku ew bajar li Misrê bû.–
Gava Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê bihîst ku Yêşû Ayê desteser kir, bi tevahî tune kir û çawa ku anîbû serê bajarê Erîhayê û padîşahê wê, wisa jî anî serê Ayê û padîşahê wê, herwiha gava bihîst ku şêniyên Gîvonê ku bi gelê Îsraêl re peymaneke aştiyê çêkiriye û pê re ye,
Wan wiha kir û her pênc padîşah; Padîşahê Orşelîmê, Padîşahê Hevronê, Padîşahê Yarmûtê, Padîşahê Laxîşê û Padîşahê Eglonê ji şikeftê deranîn û anîn ba Yêşû.
Paşê pênc padîşahên Amoriyan –padîşahên Orşelîm, Hevron, Yarmût, Laxîş û Eglonê– artêşên xwe civandin û çûn. Wan li dijî Gîvonê artêşgehê xwe ava kir û şer kir.