12 Roja Xudan Amorî dan destê gelê Îsraêl, Yêşû li ber çavê gelê Îsraêl ji Xudan re got: “Ya roj, tu bisekine li ser Gîvonê, Ya heyv, tu jî li Deşta Ayalonê.”
Çimkî Xudan Çawa li Çiyayê Perasîmê rabû, Wê rabe. Çawa li Deşta Gîvonê hêrs bû, Wê hêrs bibe. Wê karê xwe temam bike, Karekî wî çiqas ecêb e! Wê xebata xwe temam bike, Xebata wî ewqas balkêş e!
Wê salê, di destpêka padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, di meha pêncan a sala çaran de, Hananyayê Pêxember ê kurê Ezzûrê Gîvonî, li Mala Xudan, li ber kahin û tevahiya gel ji min re got:
Lê min li ber wan Amorî tune kirin. Tevî ku bilindahiya wan bi qasî dara sedrê Û hêza wan wekî darmaziyê jî bûn, Min li jor fêkiyên wan, Li jêr koka wan ziwa kirin.
Gava hûn bala xwe bidin ezmanan û roj, heyv, stêr û hemû nexşên li ezmanan bibînin, ji rê dernekevin! Li ber wan xwe netewînin û ji wan re xulamiyê nekin. Jixwe van tiştan Xwedayê we Xudan wekî par da hemû gelên bin ezmanan.
Wê gavê heta gel heyfa xwe ji dijminên xwe stand, roj sekinî û heyv li cihê xwe ma. Ev yek di Nivîsa Yaşar de jî hatiye nivîsandin. Roj di nava ezmanan de sekinî û bi qasî tevahiya rojekê bi derengî çû ava.