10 Xudan ew li ber Îsraêliyan şaş kirin û Îsraêliyan li Gîvonê bi dijwarî ew têk birin. Wan di berjorê Bêthoronê re da pey wan û heta Ezêqa û Maqqêdayê li wan xist.
Wan welat bi şûr nestand, Wan xwe rizgar nekir bi baz û bendan. Belê ev, bi destê te yê rastê û bi milê te, bi dîdara ronahiya te çêbû; Çimkî te ji wan hez kir.
Çimkî Xudan Çawa li Çiyayê Perasîmê rabû, Wê rabe. Çawa li Deşta Gîvonê hêrs bû, Wê hêrs bibe. Wê karê xwe temam bike, Karekî wî çiqas ecêb e! Wê xebata xwe temam bike, Xebata wî ewqas balkêş e!
Wê Xudan dengê xwe yê biheybet bide bihîstin. Bi hêrsa rabûyî, bi pêta agirê ku dixwe û tune dike, Bi qelişîna ezmanan, bi tavî û bi zîpikê, Zendê xwe nîşan bide.
Wê gavê artêşa Padîşahê Babîlê li dijî Orşelîmê û li dijî Laxîş û Ezêqayê şer dikir ku bajarên Cihûdayê bûn ku hê neketine dest. Wê gavê di nav bajarên Cihûdayê yên bisûr de tenê ev mabûn.
Xudan bi ser Amoriyên ku ji ber gelê Îsraêl direviyan ve, ji berjêra Bêthoronê heta Ezêqayê zîpika giran ji ezmanan barand û ew mirin. Kesên ji ber zîpikê mirin, ji kesên bi şûrên gelê Îsraêl hatibûn kuştin zêdetir bûn.
Yêşû wê rojê Maqqêda desteser kir. Wî padîşah û gelê wî da ber şûran. Wî li bajêr tu kesî nehişt, hemû kuştin. Wî ya ku anîbû serê Padîşahê Erîhayê, anî serê Padîşahê Maqqêdayê jî.
Xudan ew dan destê gelê Îsraêl. Wan ew şikandin û heta Saydaya Mezin û Mîsrefot-Mayîmê û ber bi rojhilat ve heta Geliyê Mîspeyê dan pey wan. Wan li wan xist û tu kes sax nehişt.
Filîstî ji bo şer leşkerên xwe civandin. Li bajarê Soxoya Cihûdayê kom bûn û artêşgeha xwe danîn. Ew li Efes-Dammîmê civiyan ku dikeve navbera Soxo û Ezêqayê.