Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 52:7 - Kurmanji Încîl

7 Di sûrên bajêr de qulek hat vekirin û tevahiya leşkeran reviyan. Tevî ku Kildaniyan seranserê bajêr dorpêç jî kiribû, ew bi şev, di dergehê di navbera herdu dîwarên li ber bexçeyê padîşah re ber bi Eravayê ve reviyan.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 52:7
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di sûrên bajêr de qulek hat vekirin. Tevî ku Kildaniyan seranserê bajêr dorpêç jî kiribû, padîşah bi şev bi tevahiya leşkeran re, di dergehê di navbera herdu dîwarên li ber bexçeyê padîşah re ber bi Eravayê ve reviya.


Gotina Xudan ev e: “‘Va ye ezê emrekî bidim û wan vegerînim vî bajarî. Wê li dijî bajêr şer bikin, desteser bikin û bişewitînin. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.’”


Di roja nehê meha çaran a sala yanzdeh a padîşahiya Sîdqiya de di sûrên bajêr de qulek hat vekirin.


Loma wê xortên wê li meydanên wê bikevin, Wê rojê wê hemû şervan bêdeng bin” Ev e gotina Xudanê Karîndar.


Bihorên çeman hat girtin, Qamirgeh hatin şewitandin. Şervan ketin sawê!’”


Rabin, em bi şev êrîşî wê bikin Û bircên wê xera bikin.’”


Ezê bi hêrs berê xwe bidim we ku dijminên we, we têk bibin. Kesên ku ji we nefret dikin wê li ser serê we bibin serwer. Kesek li pey we nekeve jî hûnê birevin.


“‘Herwiha kesên ji we ku sax mane, ezê tirsê bixim dilê dijminan. Gava dengê pela bayê bibihîzin, çawa ku ji ber şûr direvin, wê birevin û bikevin. Lê tu kes li pey wan neketiye.


Wê her yek ji we ji qulên dîwaran derkeve Û heta Harmonê bê avêtin.” Ev e gotina Xudan.


“Wê Xudan te li ber dijminên te bide şikandin. Tê di riyekê de derkevî pêşiya wan, lê tê di heft riyan de ji ber wan birevî. Tê ji bo hemû padîşahiyên dinyayê bibî mijareke sawê.


Heke Zinarê wan ew nefirota, Heke Xudan ew neda dest, Çawa zilamekî hezar kesan diqewitandin Û du kesan deh hezar didan revandin?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ