21 Bilindahiya stûnekê hijdeh gaz, derdora wê jî duwanzdeh gaz bû. Stûrbûna tûncê her yekî ji wan, çar tilî bû û hundirê wê vala bû.
Bilindahiya stûnekê hijdeh gaz bû. Serikekê wê yê tûncîn hebû û bilindahiya serik jî sê gaz bû. Li dora serik, toreke pêçayî û şiklên hinaran hebûn ku hemû ji tûncê bûn. Xemla herdu stûnan yek bû û bi şiklê torê hatibûn nexişandin.