20 Tevahiya tûncê du stûnan, hewzek, duwanzdeh peykerên conegayên tûncîn ên binî û binikên ku Silêmanê Padîşah ji bo Mala Xudan çêkiribûn jî, nedihatin kişandin.
Hewiz li ser duwanzdeh peykerên dewaran hatibû rûniştandin ku berê sisêyan li bakur, sisê li rojava, sisê li rojhilat, berê sisêyan jî li başûr bû. Newqa dewaran ber bi navê ve bû.
“Min bi zehmetî ji bo Mala Xudan sed hezar telant zêr, milyonek telant zîv û tûnc û hesinê ku nayê pîvan, peyda kirin. Min dar û kevir jî peyda kirin. Tê li wan zêde jî bikî.