19 Tas, tepsik, tasik, sîtil, şamdank, firaxên bixûrê û tasên pêşkêşiya rijandinê birin. Fermandarê parêzvanan hemû tiştên zêrîn û hemû tiştên zîvîn birin.
Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene.
Mûsa ji Harûn re got: “Bixûrdanka xwe rake û ji ser gorîgehê agir deyne ser û bixûrê jî deyne ser wî. Zûka bibe ba civakê û ji bo wan kefaretê bide. Çimkî xezeb ji ber Xudan derket û kulê destpê kir.”