12 Di roja dehê meha pêncan a nozdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê de Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ket Orşelîmê ku xulamiya Padîşahê Babîlê dikir.
Yehoyaxînê Padîşahê Cihûdayê, diya wî, xulam, serek û karmendên qesra wî teslîmî Padîşahê Babîlê bûn. Di heşt saliya padîşahiya xwe de Nebûxadnessar ew dîl girt.
Di roja heftê meha pêncan a nozdehsaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê de Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan ê ku xulamê Padîşahê Babîlê bû, ket Orşelîmê.
Lê bav û kalên me Xwedayê Ezmanan hêrs kir û wî ew da destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîla Kildaniyan. Wî ev mal wêran kir û gel ber bi Babîlê ve ajot.
Min ji padîşah re got: “Bila padîşah her û her bijî! Bajarê goristana bav û kalên min wêran bûye û dergehên wê hatine şewitandin, ezê çawa xemgîn nebim?”
Herwiha gotina Xudan, di rojên Yehoyaqîmê Padîşahê kurê Yoşiyayê Cihûdayê de û heta dawiya meha pêncan a sala yanzdehan a Sîdqiyayê Padîşahê kurê Yoşiya ango heta sirgûnkirina gelê Orşelîmê jê re hat.
Wê Kildanî bên, li dijî vî bajarî şer bikin û bajêr bidin ber êgir. Wê bajêr tevî xaniyên ku wan li ser wan ji Baal re bixûr pêxist, pêşkêşiyên rijandinê ji îlahan re dan û ez hêrs kirim, bişewitînin.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Rojiyên mehên çar, pênc, heft û dehan, wê ji bo Mala Cihûda bibin cejnên demên şahî û coşiyê û cejnên kêfxweşiyê. Loma jî, ji rastî û aştiyê hez bikin.’