42 Di destên wan de rim û kevan hene. Ew zalim û bêrehm in. Dengê wan wekî xuşîna deryayê ye, Ew li hespan siwar dibin. Mîna şervanên ku tevdîra şer kirine, Ew li dijî te ne, ya Babîla keç!
“Ya Babîla keça xama! Dakeve xwarê û di nav tozê de rûne! Ya keça Kildaniyan! Textê te tuneye, li erdê rûne! Çimkî wê êdî ji te re ‘Nazik û nazdar’ nebêjin.
Hemû yarên te, tu ji bîr kirî, Li te nagerin. Çimkî ji ber mezinbûna sûcê te Û zêdebûna gunehên te, Min bi derba dijminan Û bi cezayê zaliman li te xist.
Çimkî va ye, ezê ji herêma bakur, Komeke miletên mezin rakim û li dijî Babîlê derînim. Wê ji wir werin, Li dijî wê tevdîra şer bikin Û desteser bikin. Tîrên wan, wekî tîrên mêrxasan in, Wê yek jî vala nezivire.
“Li welêt alê biçikînin, Di nav miletan de li boriyê bixin. Miletan li dijî wê amade bikin, Li dijî wê gazî padîşahiyan bikin, Gazî Ararat, Minnî û Aşkenazê bikin. Li dijî wê fermandarek kifş bikin, Bi qasî refên kuliyên dijwar, hespan derînin.
Ji Danê firefira hespên dijminan tê bihîstin, Dengê hîrîna hespên wan ên zor tevahiya welêt dilerizîne. Ew tên ku welat û hemû tiştên tê de, Bajar û şêniyên wî daqurtînin.”