Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 50:28 - Kurmanji Încîl

28 Dengê kesên ji welatê Babîlê reviyane û filitîne tê! Wê heyfa Xwedayê me Xudan û Perestgeha wî, Li Siyonê bidin bihîstin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 50:28
14 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ji Babîlê derkevin! Ji Kildaniyan birevin! Bi qîrîna şahiyê vê ragihînin, Bidin bihîstin, heta binê dinyayê belav bikin. Bêjin: “Xudan Aqûbê xulamê xwe rizgar kir!”


Ji her alî ve li dijî wê biqîrin! Teslîm bû! Bircên wê ketin, Sûrên wê hilweşiyan! Çimkî ev tola Xudan e. Heyfê jê bistînin, Çi kiribe, bînin serê wê.


“Ya gelê min, jê derkeve! Bila herkes canê xwe Ji hêrsa Xudan a dijwar rizgar bike!


Ji Babîlê birevin! Bila herkes canê xwe xilas bike. Ji ber sûcê wê nemirin. Çimkî ev e, dema heyfa Xudan! Ew bergîdana karê wê dide.


Neyar dest avêt her tiştên wê yên hêja, Wê dît ku milet ketin Pîrozgeha wê jî! Erê, ew miletên ku te li wan emir kiribû Ku nekevin civaka te.


Te li hember Rebê Ezmanan xwe mezin kir. Firaxên Perestgeha wî anîn ba te, te û giregirên te, jin û cariyeyên te, we bi wan şerab vexwar. We pesnê îlahên zîvîn, zêrîn, tûncîn, kevirîn, darîn û ji hesin da û we rûmet neda Xwedê. Xwedayê ku hilma te di destê wî de ye û bi hemû riyên te dizane.


Ezê şûr bişînim ser we ku heyfa peymanê bistîne. Heke birevin bajarên xwe jî, ezê kulê bixim nav we û hûnê bikevin destê dijmin.


Çaxê ez şûrê xwe yê birqavêj tûj bikim Û ji bo dadbarkirinê bidim destê xwe, Ezê ji dijminên xwe tolê hilînim, Bergîdana kesên ji min nefret dikin bidim.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ