13 Ji ber hêrsa Xudan, Wê tu kes tê de rûnene, Wê bi tevahî vikîvala be. Hemû kesên derbasî Babîlê bibin, Wê şaş û metel bimînin, Ji ber hemû birînên wê bifîkînin.
“Lê piştî heftê sal temam bû, ezê ji ber xerabiya wan Padîşahê Babîlê û miletê wî ceza bikim.” Ev e gotina Xudan. “Ezê welatê Kildaniyan bikim wêraneyeke herheyî.
Gotina Xudan ev e: “‘Va ye ezê emrekî bidim û wan vegerînim vî bajarî. Wê li dijî bajêr şer bikin, desteser bikin û bişewitînin. Ezê bajarên Cihûdayê bikim wêraneyeke bêkes.’”
Va ye bajarê ku şahiyê dikir Û difikirî ku di ewlehiyê de ye! Ev e bajarê di dilê xwe de dibêje: “Ez heme û ji bilî min kes tuneye.” Çawa bû wêraneyek Û cihekî razanê yên heywanan! Her kesê di ber re derbas dibe Wê bifîkîne û jê re tewtew bike.
“Nifşê bê, kurên we yên ku wê piştî we rabin û xerîbên ku wê ji welatên dûr bên, wê belayên vî welatî û nexweşiyên ku Xudan ew pê nexweş kirine bibîne.