4 Ya keça çivanok! Tu çima bi deştên xwe pesnê xwe didî? Dexlê deştên te kêm dibe. Te xwe spartiye xezîneyên xwe û dibêjî: ‘Wê kî bi ser min de were?’”
Va ye, ez li dijî te me, Orşelîma li jorê newalê, zinarê li deştê.’” Ev e gotina Xudan. “‘Hûn ên ku dibêjin: Kî dikare bi ser me de were? Kî dikare bikeve warên me?
Tirsa ku tu tînî Û quretiya dilê te, tu xapandî. Ya kesê ku di şikeftên zinaran de rûdinî! Ya kesê ku bilindciyan dagir dikî! Cihê xwe wekî teyran li bilindciyan jî ava bikî, Ezê te ji wê derê bînim xwarê.” Ev e gotina Xudan.
Tembîhê li dewlemendên vê dinyayê bike, ku bilind nefirin û hêviya xwe bi dewlemendiya bê ewlehî ve girênedin, lê bila hêviya xwe bi Xwedê ve girêdin, ku her tiştî bi zêdehî dide me, ku em pê şa bibin.
Çiqas rûmet dabe xwe û kêf û şahî kiribe, Ewqas cefa û xemgîniyê bidin wê. Çimkî di dilê xwe de dibêje: ‹Ez bi şahbanûyî rûdinim, Ez ne jinebî me Û ez tu caran şînê nagirim.›