36 Ezê ji çar aliyên ezmanan, Çar bayan bi ser Elamê de bînim. Ezê wan ber bi van hemû bayan ve belav bikim. Wê tu milet tunebe ku Sirgûniyên Elamê neçin ba wan.
Wê rojê wê li boriya mezin bê xistin û kesên li welatê Aşûrê li ber helakbûnê ne û kesên li welatê Misrê li sirgûnê ne vegerin. Wê li Çiyayê Pîroz, li Orşelîmê li ber Xudan çok bidin.
Wê deveyên wan bên talankirin, Wê dewarên wan ên gelek bibin malê talên. Ezê kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin, Li her derê belav bikim. Ezê ji her alî ve belayan bînim serê wan.” Ev e gotina Xudan.
Bi rabûna wî re wê padîşahiya wî bişikê û ber bi çar aliyên dinyayê ve belav bibe. Wê padîşahiya wî derbasî malbata wî nebe û kesên ku li textê wî rûnin jî, wê wekî wî serweriyê nekin. Wê padîşahî hilweşe û derbasî kesên din bibe.
“Wê Xudan te li ber dijminên te bide şikandin. Tê di riyekê de derkevî pêşiya wan, lê tê di heft riyan de ji ber wan birevî. Tê ji bo hemû padîşahiyên dinyayê bibî mijareke sawê.
“Wê Xudan te ji serê dinyayê heta binê dinyayê di nav hemû gelan de belav bike. Tê li wir xulamiya îlahên dar û keviran bikî ku tu û bav û kalên te nizanin.
Piştî vê yekê min çar milyaket dîtin ku li ser çar kujên erdê disekinîn û bayên çar kujên erdê digirtin, da ku ba li erdê, li deryayê û li tu daran nexe.