3 “Ya Heşbon, bizare! Bajarê Ayê wêran bû. Ya keçên Rabbayê, bikin hewar! Çûx li xwe bikin û şînê bikin, Li nav sûrên xwe virde wêde diçin û tên. Çimkî wê Molek bi kahin û karmendên xwe re here sirgûnê.
Di biharê de, gava padîşah diçin seferê, Dawid artêşa gelê Îsraêl şand seferê. Wî Yoav, fermandarên xwe û tevahiya artêşê şandin. Dema wan Emmonî helak kirin û bajarê Rabbayê dorpêç kir, Dawid li Orşelîmê dima.
Çimkî wan dev ji min berda, perizîn Eştoreta îlaha Saydayiyan, Kemoşê îlahê Moaviyan û Molekê îlahê Emmoniyan. Wekî bavê wî Dawid tiştên di çavê min de rast in kirin, nekirin. Wan qanûn û rêbazên min pêk neanîn û di riya min de nemeşiyan.
Padîşah bilindciyên perizînê yên li rojhilatê Orşelîmê, li milê rastê yê Çiyayê Hammaşxîtê, ji bo kirêta îlaha Eştoreta Saydayiyan, kirêtê îlahê Kemoşê Moaviyan, kirêtê îlahê Molekê Emmoniyan ku ji aliyê Silêmanê Padîşahê Îsraêlê ve hatibûn çêkirin, qirêj kirin.
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ezê Amonê îlahê Tebesê, Firewn, Misir, hemû îlahên wê û padîşahên wê, erê ezê Firewn û kesên pê ewle ne ceza bikim.
Êdî wê pesnê Moavê nemîne, Li Heşbonê wê li dijî wê fen û fût bikin. Wê bibêjin: ‘Werin em bişikênin, Bila ji miletbûnê bikeve!’ Madmênîno! Hûnê hiş bin! Wê şûr li pey we keve.
Li dijî Emmoniyan: Xudan wiha dibêje: “Ma kurên Îsraêl tunene? Mîrasxurê wî tuneye? Nexwe çima Molek Gadî qewitandin Û gelê wî li bajarên wan rûdinin?”
Ya gelê min ê delal! Çûx li xwe bike Û xwe di nav xweliyê de bigevizîne. Çawa tu şîna kurê xwe yê yekta dikî, Wisa jî bi şewat li xwe bixe. Çimkî wê xerabkar jinişkave bi ser me ve bê.
Yêşû ji Erîhayê mirov şandin bajarê Ayê, yê ku ji rojhilatê Bêt-Êlê û nêzîkî Bêtawenê ye. Wî ji wan re got: “Herin û sixûriya welêt bikin.” Ew çûn ku sixûriya Ayê bikin.