26 Loma wê xortên wê li meydanên wê bikevin, Wê rojê wê hemû şervan bêdeng bin” Ev e gotina Xudanê Karîndar.
Loma Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Va ye ezê wan ceza bikim. Wê xortên wan bi şûr bên kuştin. Wê kur û keçên wan bi xelayê bimirin.
Loma wê hemû şervanên wan li meydanan bikevin, Wê rojê wê hemû şervanên wan bêdeng bin.” Ev e gotina Xudan.
Mirin di kulekan re ket qesrên me Ku zarokên kuçeyan Û xortên meydanan helak bikin.
Kal û ciwan li kuçeyan, li ser erdê vedizelin, Keç û xortên min bi şûr ketin. Te di roja hêrsa xwe de ew kuştin, Te serjê kirin û li ber wan neketî.
“Çawa ku li Misrê çêbû, min kul şand nav we. Min xortên we bi şûr kuştin, hespên we jî desteser kirin, Min pozên we bi bêhna pîs a artêşgeha we tije kir. Dîsa jî hûn li min venegeriyan.” Ev e gotina Xudan.