20 Loma pîlana Xudan a li dijî Edomê, Armanca wî ya li ser şêniyên Têmanê bibihîzin! Wê karik û berxik bên kaşkirin, Ji rûyê wan, wê mêrgên wan wêran bike.
Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’”
Loma guh bidin pîlana Xudan a li dijî Babîlê! Guhdariya armanca wî ya li ser welatê Kildaniyan bikin: “Wê karik û berxik bên kaşkirin, Ji rûyê wan, wê mêrgên wan wêran bike.