Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 49:17 - Kurmanji Încîl

17 “Wê Edom bibe mijara sawê. Her kesê derbas bibe, Wê şaş û metel bimîne Û ji ber hemû belayên hatine serî, bifîkîne.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 49:17
16 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ev Mala ku niha ewqas berz e, lê wê hemû kesên ku di ber re derbas dibin, şaş û metel bimînin, bifîkînin û bêjin: ‘Xudan çima ev xerabî anî serê vî welatî û vê Malê?’


Bi vî awayî wan welatê xwe wêran kir, Wan ew kir tiştekî ku hergav tinaz pê bê kirin. Her kesê tê re diçe wê şaş bibe û serê xwe bihejîne.


Gotina Xudan ev e: “Ez bi navê xwe sond dixwim: ‘Wê Bosra bibe mijara sawê û riswabûnê. Wê bibe nalet û wêrane, Wê hemû bajarên wê her û her wêran bimînin.’”


Ji ber hêrsa Xudan, Wê tu kes tê de rûnene, Wê bi tevahî vikîvala be. Hemû kesên derbasî Babîlê bibin, Wê şaş û metel bimînin, Ji ber hemû birînên wê bifîkînin.


Wê Babîl bibe şikêra keviran, warê çeqelan Û mijara saw û fîkandinê. Wê tu kes lê rûnene.


We qanûnên Omrî û hemû kirinên Mala Ahav pêk anîn, Hûn beşdarî fen û fûtên wan bûn. Loma ezê we bikim wêrane Û şêniyên we bikim sedema fîkandinê. Hûnê barê riswatiya welatê min hilgirin.”


Va ye bajarê ku şahiyê dikir Û difikirî ku di ewlehiyê de ye! Ev e bajarê di dilê xwe de dibêje: “Ez heme û ji bilî min kes tuneye.” Çawa bû wêraneyek Û cihekî razanê yên heywanan! Her kesê di ber re derbas dibe Wê bifîkîne û jê re tewtew bike.


“Nifşê bê, kurên we yên ku wê piştî we rabin û xerîbên ku wê ji welatên dûr bên, wê belayên vî welatî û nexweşiyên ku Xudan ew pê nexweş kirine bibîne.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ