18 Gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e, ev e: “Ez bi serê xwe kim, Çiyayê Tavorê di nav çiyayan de çawa be, Çiyayê Karmelê li kêleka deryayê çawa be, Êrîşkarekî ewqasî mezin tê.
Şêr ji hewinga xwe derket, Xerabkar ku miletan helak dike da rê. Ew ji cihê xwe derket Ku welatê te wêran bike. Wê bajarên te xera bibin, Wê tu kes lê nemîne.
Hemû gelê Cihûda yê li welatê Misrê rûdine, guh bide gotina Xudan! Xudan wiha dibêje: ‘Ez dibêjim, min bi navê xwe yê mezin sond xwar ku wê tu kes ji Cihûdayiyên li seranserê welatê Misrê rûdinin bi devê xwe êdî gazî navê min neke û nebêje: Bi navê Rebê Jîndar Xudan!
Ezê serek û şehrezayên wê, Walî, qeymeqam û mêrxasên wê serxweş bikim. Wê bikevin xewa giran û hişyar nebin.” Ev e gotina Padîşahê ku navê wî Xudanê Karîndar e.
Yê ku şikil dide çiyayan, Bayê diafirîne, fikra xwe ji mirovan re dibêje, Seherê dike tarî û pê li bilindciyên erdê dike, Navê wî Xudan e, Xwedayê Karîndar e!
Nalet li wî kesê xapînok be ku soza heywanê ji keriyê xwe daye, lê ji heywanê biqisûr pêşkêşî Reb dike! Çimkî ez padîşahê mezin im û wê milet ji navê min bitirsin” Xudanê Karîndar dibêje.
Rojekê Deborayê şand pey Baraqê kurê Avînoemê ji Qedeş-Nefteliyê û jê re got: “Xwedayê Îsraêl Xudan li te emir dike û dibêje: ‘Rabe, ji eşîrên Neftelî û Zevûlon deh hezar kesan hilde û here Çiyayê Tavorê.