Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 46:10 - Kurmanji Încîl

10 “Çimkî ew roj, roja Reb Xudanê Karîndar e. Ev, roja tolhildanê ye ku ew ji neyarên xwe tolê bistîne. Wê şûr bixwe û têr bibe, Wê têra xwe ji xwîna wan vexwe. Çimkî li herêma bakur, li kêleka Çemê Feratê, Qurbana Reb Xudanê Karîndar heye.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 46:10
25 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Ezê tîrên xwe bi xwînê serxweş bikim, Wê şûrê min bi xwîna kesên kuştî û dîl, Bi serê serekên dijminan, bi goşt têr bibe.’


Ax ew roj! Çimkî Roja Xudan nêzîk e, Wekî hilweşîna Karîndar tê.


Gotin li dijî Misrê û artêşa Nexoyê Firewnê Misrê hat ku li bajarê Karkemîşa li keviya Çemê Feratê dima û Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê di sala çaran a Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoşiya de ew têk bir ev e:


“Lê kesê lingsivik nikare bireve, Mêrxas nikare bifilite. Li bakur, li ber Çemê Feratê, Ew terpilîn û ketin.


Çimkî ev rojên heyfstandinê ne, da ku heçî tiştên hatine nivîsîn, bên cih.


Li Siyonê li boriyê bixin, Li çiyayê min ê pîroz biqîrin! Bila hemû şêniyên welêt bilerizin, Çimkî roja Xudan tê, nêzîk e.


Ji Babîlê birevin! Bila herkes canê xwe xilas bike. Ji ber sûcê wê nemirin. Çimkî ev e, dema heyfa Xudan! Ew bergîdana karê wê dide.


Ji her alî ve li dijî wê biqîrin! Teslîm bû! Bircên wê ketin, Sûrên wê hilweşiyan! Çimkî ev tola Xudan e. Heyfê jê bistînin, Çi kiribe, bînin serê wê.


Çimkî roja tolstandinê di dilê min de bû, Sala rizgarkirina min hatibû.


Bikin zarîn! Çimkî roja Xudan nêzîk e. Wê ew roj ji Yê Karîndar, Wekî hilweşînekê bê.


Padîşahê Misrê, careke din ji welatê xwe derneket. Çimkî Padîşahê Babîlê, ji Newala Misrê heta Çemê Feratê, her tiştên wî jê standin.


Sala razîbûna Xudan Û roja tolstandina Xwedayê me diyar bikim, Hemû şîndaran teselî bikim,


“Çima Karîndar ji bo dîwanê deman kifş nake? Ji bo çi kesên wî nas dikin rojên wî nabînin?


Wê Aşûr bi şûr bikeve, Lê ne bi şûrê mirovan. Wê şûr daqurtîne, Lê ne şûrê însanan. Wê ji ber şûran birevin Û xortên wê bibin suxrevan.


Bi ser hemû bilindciyên rût û tazî yên beriyê ve Xerabkar hatin. Ji seriyekî welêt heta seriyê din, Şûrê Xudan dixwe. Wê ji hemû beşerê re aştî tunebe.


“Ji Misrê re bêjin! Li Mîgdolê bidin bihîstin! Li Memfîsê û li Tahpanhêsê jî bidin bihîstin. Bêjin: ‘Tevdîra şer bikin, Çimkî wê şûr kesên derdora te daqurtîne.’


Loma Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar wiha dibêje: “Çawa ku min Padîşahê Aşûrê ceza kiribe, Ezê Padîşahê Babîlê û welatê wî jî wisa ceza bikim.


Erebeya ku hespên reş dikişîne ber bi bakur ve, erebeya hespên spî ber bi rojava ve, erebeya hespên belek jî ber bi başûr ve diçe.”


Çimkî roja Xudanê Karîndar, Wê li dijî hemû qure û pozbilindan be. Wê rojê hemû kesên hatine bilindkirin, Wê bêne nizimkirin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ