Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 45:1 - Kurmanji Încîl

1 Yêremyayê Pêxember ev gotin ji Barûkê kurê Nêriya re digotin û Barûk jî, ji devê wî ev li ser tomarekê dinivîsandin. Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de Yêremya jê re got:

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 45:1
18 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Di rojên wî de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hat û Yehoyaqîm sê salan bû xulamê wî. Lê Yehoyaqîm rabû li dijî wî serî hilda.


Di sala çaran a Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ku yeksaliya padîşahiya Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bû, gotina Xudan li ser tevahiya gelê Cihûda ji Yêremya re hat.


Di destpêka padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotin ji Xudan hat û got:


Min li ber çavê Hanamêlê kurapê xwe, li ber çavê şahidên nivîsa kirînê îmze kirine û li ber çavê tevahiya Cihûdayiyên li hewşa parêzvanan rûniştine, nivîsa kirînê da Barûkê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya.


“Piştî min nivîsa firotinê da Barûkê kurê Nêriya, min ji Xudan re dua kir û got:


Di çarsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de ev gotina Xudan ji Yêremya re hat û got:


“Tomarekê hilde û hemû gotinên min ên ji rojên Yoşiya vir ve li dijî gelên Îsraêl û Cihûda û miletên din ji te re gotin, binivîse.


Padîşah li Yerahmeyêlê kurê xwe, Serayayê kurê Ezriyêl û Şelemyayê kurê Evdeyêl emir kir ku Barûkê Nivîsende û Yêremyayê Pêxember bigirin. Lê Xudan ew veşartibûn.


Li ser vê yekê Yêremya tomareke din hilda û da Barûkê Nivîsende yê kurê Nêriya û Barûk hemû gotinên tomara ku Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê avêt êgir û şewitand, ji devê Yêremya careke din nivîsî. Gelek gotinên mîna wan li ser wan jî hatin zêdekirin.


Yêremya gazî Barûkê kurê Nêriya kir. Barûk jî, ji devê Yêremya hemû gotinên ku Xudan jê re gotine li ser tomarekê nivîsî.


“Barûko! Xwedayê Îsraêl Xudan ji te re wiha dibêje:


Gotin li dijî Misrê û artêşa Nexoyê Firewnê Misrê hat ku li bajarê Karkemîşa li keviya Çemê Feratê dima û Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê di sala çaran a Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê kurê Yoşiya de ew têk bir ev e:


Gotina ku Yêremyayê Pêxember di çarsaliya padîşahiya Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê de, gava ew pê re çû Babîlê, li Serayayê kurê Nêriyayê kurê Mahsêya emir kir, ev e. Seraya serpeywirdar bû.


Di sala sisêyan a padîşahiya Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê de Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê hat Orşelîmê û dor li bajêr pêça.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ