12 Wê êgir berde malên îlahên Misrê. Wê wan bişewitîne û sirgûn bike. Çawa ku şivanek kulavê xwe li xwe dipêçe, wê welatê Misrê jî wisa bipêçe. Piştre wê ji wir bi xêr û silamet derkeve.
Wan bidin destê serekên mezin ê padîşah. Bila ew serwer cil û bergan li wî mirovî bike, li hêsp siwar bike, li meydana bajêr bigerîne û bike gazî û bêje: ‘Padîşah mirovekî wiha rûmetdar dike.’”
“‘Ezê wê şevê di welatê Misrê re derbas bibim. Hem ji mirovan û hem jî, ji heywanan, hemû yên pêşî bikujim û tevahiya îlahên Misrê dadbar bikim. Ez Xudan im.
“Bêlê îlah deverû diçe erdê, Neboyê îlah jî xwar dibe. Pûtên wan li ser heywanan, Li ser gayan barkirî ne. Ew tiştên hûn hildigirin bûn bar ku Heywan bi wan diwestin.
Çavê xwe bide derdora xwe û binêre, Ew hemû dicivin û tên ba te.” Gotina Xudan ev e: “Ez bi serê xwe kim, wê ew hemû bibin xemla te, Tê wekî bûkekê bi wan xwe bixemilînî.
Hişyar be! Hişyar be! Ya Siyon, hêza xwe li xwe bike! Ya Orşelîm, bajarê pîroz! Cilên xwe yên xweşik li xwe bike! Çimkî wê kesên qirêj û bêsinet, Êdî nekevin hundirê te.
Ezê bi Xudan gelek dilgeş bim, Wê canê min bi Xwedayê min şa be. Çimkî çawa ku zava tacegulê dide serê xwe Û bûk bi zînetên xwe tê xemilandin, Wî cilên rizgariyê li min kirin, Bi xiftanê rastiyê ez nixamtim.
Xwedayê Îsraêl Xudanê Karîndar dibêje: “Va ye ezê Amonê îlahê Tebesê, Firewn, Misir, hemû îlahên wê û padîşahên wê, erê ezê Firewn û kesên pê ewle ne ceza bikim.
“Di nav miletan de bêjin, bidin bihîstin! Alê daçikînin, bidin bihîstin! Veneşêrin û bêjin: ‘Babîl hat standin! Bêlê îlah şermezar bû, Mardûk hat şikestin. Îlahên wê şermezar bûn, pûtên wê şikestin.’