9 Sarinca ku Îsmaîl laşên zilamên kuştî û Gedalya avêtibûyê mezin bû. Asayê Padîşah ev der ji tirsa Baeşayê Padîşahê Îsraêlê çêkiribû. Îsmaîlê kurê Natanya bi zilamên ku kuştine, ev der tije kir.
Vê gavê, yan di şikeftekê de yan jî li cihekî din, xwe veşartiye. Dema ku Dawid êrîşa xwe ya yekê li dijî leşkerên xwe bike, her kesê ku vê yekê bibihîze, wê bêje: ‘Di nav kesên ku piştgiriya Avşalom dikin de, qirkirin heye.’
Lê tu wek çiqlekî kirêt, Ji gora xwe hatî avêtin. Kuştî ser te dinixêmin Ku bi şûr birîndar bûne Û heta kevirên binê çala mirinê ketine. Tu bûyî wekî cendekê Di bin lingan de tê perçiqandin.