14 û wan jê re got: “Ma tu dizanî ku Baalîsê Padîşahê Emmoniyan, Îsmaîlê kurê Natanya şandiye ku te bikuje?” Lê Gedalyayê kurê Ahîqam ji wan bawer nekir.
ev serek hatin Mîspayê, ba Gedalya: Îsmaîlê kurê Natanya, Yohanan û Yonatanê kurên Qarêah, Serayayê kurê Tanhûmet, kurên Eyfayê Netofayî, Yaazanyayê kurê Maexayî û zilamên wan.
Di meha heftan de Îsmaîlê kurê Natanyayê kurê Êlîşamayê ku ji ziriyeta padîşah û karmendekî padîşah bû, bi deh zilaman e re li Mîspayê hat ba Gedalyayê kurê Ahîqam. Gava wan li wir, li Mîspayê bi hev re xwarin xwar,
Îsmaîlê kurê Natanya keçên padîşah û hemû mirovên li Mîspayê mane dîl girtin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan xistibûn bin emrê Gedalyayê kurê Ahîqam. Piştî ku wî ew dîl girtin, bi rê ket ku derbasî alî Emmoniyan bibe.