4 Ya gelê Cihûda û şêniyên Orşelîmê! Xwe ji Xudan re pak bikin, Dilê xwe sinet bikin! Yan na, ji ber kirinên we yên xerab, Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewite Û kesê bitefîne tunebe.
Çimkî Tofet ji zû ve hat amadekirin, Erê, ji bo padîşah hat amadekirin! Wî ew kûr û fireh kir. Loda wî agir û gelek êzing e. Hilma Xudan wek lehiya kukurdê wê pê dixe.
Ya Mala Dawid, Xudan wiha dibêje: “‘Her sibe edaletê pêk bînin, Kesê hatiye şelandin ji destê zordaran rizgar bikin. Yan na, ji ber xerabiya karên we Wê xezeba min wekî êgir rabe û bişewitîne. Wê kesê bitefîne tunebe.
Misrî, Cihûdayî, Edomî, Emmonî, Moavî û hemû kesên ku li beriyê dijîn û kesên porê li kêlekên serê xwe diqûsînin. Çimkî tevahiya van miletan bêsinet in û tevahiya Mala Îsraêl di dil de bêsinet in.”
û ji ber vê yekê min dijminatî kir û ew birin welatê dijminên wan, heke wê demê dilên xwe yên bêsinet nizim bikin û bi cezayê gunehê ku kirine qebûl bikin,
Beriya ku ferman rabe Û roj wek hûrika kayê derbas bibe, Beriya ku hêrsa dijwar a Xudan bi ser we de were Û beriya ku hêrsa roja Xudan bi ser we de were, bicivin!
Ji bo ku hûn bi hemû dilê xwe û bi hemû canê xwe ji Xwedayê xwe Xudan hez bikin, wê Xwedayê we Xudan dilê we û dilê ziriyeta we sinet bike ku hûn bijîn.