30 Ya bajarê wêranbûyî, tê çi bikî? Tu cilên sor jî li xwe bikî, Bi xemlên zêrîn xwe bixemilînî jî, Çavên xwe jî kil bikî, Tu beredayî xwe rind dikî. Dildarên te, te red dikin Û didin pey kuştina te.
Wê rojê wê mirovên li vê keviyê rûdinin bibêjin: ‘Binêrin çi hat serê kesên em bi wan ewle bûn! Ew kesên em ji ber Padîşahê Aşûrê ji bo alîkarî û rizgarbûnê reviyan ba wan. Emê çawa bifilitin?’”
Gunehkarên Siyonê tirsiyan, Lerzekê bi xwedênenasan girt. Dibêjin: “Ma kî ji me dikare li ber agirê bimîne Ku dixwe û tune dike? Kî ji me dikare li ber pêtên herheyî rûne?”
Hemû yarên te, tu ji bîr kirî, Li te nagerin. Çimkî ji ber mezinbûna sûcê te Û zêdebûna gunehên te, Min bi derba dijminan Û bi cezayê zaliman li te xist.
Hemû peymangirên te, Wê te ji axa te bajon. Mirovên tu bi wan ewle yî, Wê te bixapînin û zora te bibin. Kesên nanê te xwarin, Wê dafikan deynin pêşiya te. Lê wê haya te jî jê tunebe.”
eger em li ber vê xilasiya evqas mezin xemsar bin, emê çawa birevin û xilas bibin? Di destpêkê de Xudan ev xilasî da zanîn û ji aliyê yên ku ew bihîstine ve ji me re rast hat deranîn.
Jinik bi cilên binefşî û sor hatibû wergirtin û bi zêr, bi kevirên hêja, bi lal û duran hatibû xemilandin û kaseke zêrîn di destê wê de bû. Kas jî tije tiştên mekruh û tiştên fuhûşiya wê yên murdar bû.