11 Wê gavê wê ji vî gelî û ji Orşelîmê re bêjin: “Ji bilindciyên rût û tazî yên beriyê, bayê min ê şewatê bi ser gelê min ê delal ve were. Lê wê ne ji bo dêrandina bênderê û paqijkirinê were.
Çimkî em hemû bûn wekî kesê qirêj, Hemû karên me yên rast wekî kincên qirêj in. Em mîna pelekî diçilmisin, Neheqiyên me, wekî bayê me hildidin û dibin.
“Tê ji wan re vê gotinê bêjî: “‘Bila çavên min, Şev û roj hêsiran bibarîne û nesekine. Çimkî gelê min, keça min a xama, Şikestina mezin xwar Û bi giranî birîndar bû.
Va ye, dengê hewara gelê min ê delal Ji sînorên dûr ên welêt tê. Dibêje: “Ma Xudan ne li Siyonê ye? Padîşahê wê ne li wir e?” –Xudan dibêje: “Loma wan ji bo çi bi pûtên xwe Û tiştên pûç ên xerîb ez hêrs kirim?”–
Ji barandina hêsiran, çav li min neman, Dilê min xwîn digirî. Ji ber şikestina gelê min ê delal, Kezeba min bû xwîn û herikî. Li kuçeyên bajêr zarok û berşîr xayîs dibin.
“Di nav birayên xwe de mezin jî bibe, Bayê rojhilat, hilma Xudan a ku ji beriyê radibe, Wê kaniya wî hişk bike, Wê çavkaniya wî ziwa bibe. Tiştên hêja yên xezîneya wî wê talan bibin.
Loma wê bibin mîna mija serê sibê, Mîna xunava zû radibe û diçe. Wê bibe wekî hûrika kaya li bênderê ku bi bagerê re radibe Û dûyê ji kulekê hildifûre.