6 Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê.
Padîşah li Yerahmeyêlê kurê xwe, Serayayê kurê Ezriyêl û Şelemyayê kurê Evdeyêl emir kir ku Barûkê Nivîsende û Yêremyayê Pêxember bigirin. Lê Xudan ew veşartibûn.
Li ser vê yekê Sîdqiyayê Padîşah emir da ku Yêremya bixin hewşa parêzvanan. Heta ku li bajêr nan hebû, wan her roj ji Kuçeya Nanpêjan nanekî da wî. Bi vî awayî Yêremya li hewşa parêzvanan ma.
‘Va ye, wê hemû jinên li qesra Padîşahê Cihûdayê mane bibin ba fermandarên Padîşahê Babîlê û wê ew jin ji te re bêjin: “‘Mirovên tu bi wan ewle yî, Tu xapandî û tu têk birî. Ji ber ku niha lingên te ketin nav heriyê, Ew zivirîn û çûn.’
Wê gavê padîşah ferman da û Daniyêl anîn. Daniyêl avêtin çala şêran. Padîşah ji Daniyêl re got: “Bila Xwedayê ku tu herdem jê re xizmetê dikî, te rizgar bike.”