23 “Wê hemû jin û kurên te derînin ba Kildaniyan. Tê nikaribî ji destê wan birevî. Tê bi destê Padîşahê Babîlê werî girtin, wê ev bajar jî bê şewitandin.”
Min ne ji bo qenciyê, lê ji bo xerabiyê berê xwe da vî bajarî.’” Ev e gotina Xudan. “‘Wê ev bajar bikeve destê Padîşahê Babîlê û wê ew bajêr bişewitîne.’”
Herwiha wê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ji destê Kildaniyan nefilite. Lê wê esse bikeve destê Padîşahê Babîlê, pê re rû bi rû bipeyive û çavê wî bi çavê wî bikeve.
Tê jî, ji destê wî nefilitî. Tê esse bêyî girtin û wê te bidin destê wî. Wê çavê te bi çavê Padîşahê Babîlê bikeve û tê pê re rû bi rû bipeyivî. Tê herî Babîlê.
Lê artêşa Kildaniyan da pey wan û li deştên Erîhayê gihîşt Sîdqiya. Wan ew girt û bir Rîvlaya li herêma Hamayê, ba Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Wî jî dîwana wî kir.
Îsmaîlê kurê Natanya keçên padîşah û hemû mirovên li Mîspayê mane dîl girtin ku Nebûzaradanê fermandarê parêzvanan xistibûn bin emrê Gedalyayê kurê Ahîqam. Piştî ku wî ew dîl girtin, bi rê ket ku derbasî alî Emmoniyan bibe.