2 “Xudan wiha dibêje: ‘Kesê ku li vî bajarî bimîne wê bi şûr, kul û xelayê bimire. Lê kesê ku here ba Kildaniyan wê sax bimîne. Wê canê wî jê re bibe malê talên û wê bijî.’
‘Xwedayê Îsraêl Xudan wiha dibêje: Ezê çekên şer ên destê we ku we li dijî Padîşahê Babîlê û Kildaniyên li derveyî sûran dor li we pêçabûn bi kar anîn, li we bizivirînim û wan li nav vî bajarî bicivînim.
“Xudan wiha dibêje: ‘Lê ezê bi Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wan, saxmayiyên Orşelîmê yên li vî welatî dimînin û yên li welatê Misrê rûdinin re, wekî bi van hejîrên xerab re tevbigerim ku ji bo xerabûna wan nayên xwarin.
Lê ezê her miletê ku wê stûyê xwe bixe bin nîrê Padîşahê Babîlê û xulamiya wî bike, li ser welatê wî bihêlim. Wê ew milet axa xwe bajo û lê bimîne.’” Ev e gotina Xudan.
Ezê bi şûr, kul û xelayê li pey wan bikevim ku di nav hemû padîşahiyên dinyayê de bibin mijara sawê. Di nav hemû miletên ku min ew sirgûn kirin de, wê bibin nalet, mijara saw û riswabûneke ku mirov lê bifîkînin.
“Loma Xudan wiha dibêje: ‘We guh neda min û ji bira û cîranê xwe re azadî îlan nekir. Va ye ezê li dijî we azadiyê îlan bikim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Ezê azadiyê bidim şûr, kul û xelayê ku hûn tune bibin! Ezê we di çavê padîşahiyên dinyayê de bikim mijara sawê.
Hemû kesên biryar dane ku bi mêvandarî herin Misrê, wê bi şûr, kul û xelayê bimirin. Ji xerabiya ezê bînim serê wan, wê tu kes ji wan nefilite û sax nemîne.’
Qey tu li pey tiştên mezin î? Nede pey van tiştan! Çimkî hindik maye ku ez xerabiyê bi ser hemû beşerê ve bînim.’” Ev e gotina Xudan. “‘Lê li her dera ku tu heriyê, ezê canê te ji te re bikim malê talên.’”