Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 38:16 - Kurmanji Încîl

16 Sîdqiyayê Padîşah bi dizî ji Yêremya re sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar ê ku can da me, ezê te nekujim û te nedim destê van zilamên li pey kuştina te ne.”

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 38:16
13 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Hê ku ax neziviriye erdê Û ruh neziviriye ba Xwedayê ku ew daye, Tu Afirîner bi bîr bîne.


Xwedê Xudanê ku Ezman afirandiye û tikandiye, Dinya û berên wê raxistiye, Hilm dide gelên li ser wê Û ruh dide kesên li ser dimeşin wiha dibêje:


Çimkî ez her û her nabim dozdar Û ez hergav hêrs nabim. Yan na kesên min can û ruhên wan afirandine, Wê xwe li ber min ranegirin.


ezê bidim destê dijminên ku li pey kuştinê ne. Wê cendekên wan ji teyrên ezmanan û heywanên çolê re bibin xurek.


Paşê Sîdqiyayê Padîşah şand pey wî. Gava Yêremya hat, Padîşah li qesra xwe bi dizî jê pirsî: “Gelo ji Xudan gotinek heye?” Yêremya got: “Belê! Tê bikevî destê Padîşahê Babîlê!”


Peyam: Gotina Xudan a li ser gelê Îsraêl ev e. Xudanê ku ezman tikand, bingeha dinyayê danî û şikil da ruhê di nava mirovan de, wiha dibêje:


Mûsa û Harûn deverû çûn erdê û wan got: “Ya Xwedê, Xwedayê ruhên hemû beşerê, gava kesek guneh dike, tu li tevahiya civakê hêrs dibî?”


“Bila Xwedayê ruhên hemû beşerê Xudan, li ser civakê kesekî kifş bike


Ev mirov bi şev hat ba Îsa û jê re got: «Mamoste, em dizanin ku tu mamosteyekî ji ba Xwedê hatiyî, çimkî ew nîşanên ku tu çêdikî, eger Xwedê ne pê re be, tu kes nikare bike.»


Wek ku ew hewcedarê tiştekî be, bi destê mirovan ji wî re xizmet nayê kirin; çimkî yê ku jiyan, hilm û her tiştî dide hemûyan, ew e.


Çimkî em bi wî dijîn, bi wî dilivin û bi wî hene. Çawa ku hin ji hozanên we jî gotine: ‹Em jî ji dûndana wî ne.›


Îcar ji vê zêdetir bavên me yên vê dinyayê yên ku em terbiye dikirin hebûn û me ji wan re hurmet kir. Ma emê ne hê bêtir bi ya Bavê xwe yê ruhanî bikin û bijîn?


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ