21 Li ser vê yekê Sîdqiyayê Padîşah emir da ku Yêremya bixin hewşa parêzvanan. Heta ku li bajêr nan hebû, wan her roj ji Kuçeya Nanpêjan nanekî da wî. Bi vî awayî Yêremya li hewşa parêzvanan ma.
“Hanamêlê kurapê min, li gorî gotina Xudan, li hewşa parêzvanan hat ba min û got: ‘Lava dikim zeviya min a li Enatota welatê Binyamîniyan bikire. Çimkî mafê mîrasê û mafê merivatiyê li te dikeve. Ji xwe re bikire.’ “Wî çaxî min fêm kir ku ev gotina Xudan e.
Wê gavê wan Yêremya girt û avêt sarinca Malkiyayê kurê padîşah ku li hewşa parêzvanan bû. Wan Yêremya bi werîsan daxist jêr. Di sarincê de ne av, tenê herî hebû. Yêremya ket nav heriyê.
“Ya xweyê min padîşah! Her tiştên ku van zilaman bi Yêremyayê Pêxember kirin xerab in. Wan ew avêt sarincê û wê li wê derê ji birçîbûnê bimire. Çimkî li bajêr nan nema.”
Îcar şerm neke, ku tu ji bo Xudanê me şahidiyê bikî, ne jî ji min şerm bike, ez ê ku di ber wî de girtî me. Lê li gor hêza Xwedê, bi min re ji bo Mizgîniyê tengahiyê bikişîne.