17 Paşê Sîdqiyayê Padîşah şand pey wî. Gava Yêremya hat, Padîşah li qesra xwe bi dizî jê pirsî: “Gelo ji Xudan gotinek heye?” Yêremya got: “Belê! Tê bikevî destê Padîşahê Babîlê!”
Gava ew hat ba padîşah, padîşah jê re got: “Ya Mîxaya! Gelo em herin şerê Ramot-Gîladê, yan na?” Mîxaya got: “Here! Tê bi ser bikevî. Wê Xudan bajêr bide destê padîşah.”
Gotina Xudan ev e: “‘Paşê ezê Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê, xulamên wî û hemû kesên bajêr ên ku ji ber kul, şûr û xelayê sax mane, bidim destê Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê û dijminên pey kuştina wan. Wê hemûyan bide ber şûran, canê wan nebexişîne, li ber wan nekeve û rehmê nîşanî wan nede.’
“Xudan wiha dibêje: ‘Lê ezê bi Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê û serekên wan, saxmayiyên Orşelîmê yên li vî welatî dimînin û yên li welatê Misrê rûdinin re, wekî bi van hejîrên xerab re tevbigerim ku ji bo xerabûna wan nayên xwarin.
Sîdqiyayê Padîşah di wê demê de Yehûxalê kurê Şelemya û Sefanyayê Kahin ê kurê Maesêya şandin ba Yêremyayê Pêxember ku bêjin: “Ji bo me, ji Xwedayê me Xudan re dua bike.”
çimkî Hêrodês ji Yûhenna ditirsiya û ew diparast; ji ber ku dizanibû Yûhenna mirovekî rast û pîroz e. Gava ku guhê xwe dida gotina wî, ew heyirî dima, lê dîsa jî bi dilxweşî guhdariya wî dikir.