9 Di meha nehan a pêncsaliya padîşahiya Yehoyaqîmê kurê Yoşiyayê Padîşahê Cihûdayê de hemû gelê Orşelîmê û hemû Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine Orşelîmê li hizûra Xudan rojiyek îlan kir.
“Here û tevahiya Cihûyên li Sûsayê bicivîne, ji bo min rojiyê bigirin. Sê şev û sê rojan ne bixwin, ne jî vexwin. Ez û xizmetkarên xwe jî, emê rojî bigirin. Paşê tevî ku ne li gorî qanûnê ye jî, ezê herim ba padîşah. Ez bimirim jî, ne xem e.”
Loma tu here û rojeke rojiyê, ji gelê li Mala Xudan re ji tomara ku te ji devê min nivîsîne, gotinên Xudan bixwîne. Tê ji Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine re jî bixwînî.
Kahinno, çûxê li xwe bikin! Xizmetkarên gorîgehê bizarin! Xizmetkarên Xudan werin Û di nav çûxê de şevê biborînin! Çimkî pêşkêşiyên dexlê û rijandinê, Ji Mala Xwedayê we hatin texsîrkirin.
“Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Rojiyên mehên çar, pênc, heft û dehan, wê ji bo Mala Cihûda bibin cejnên demên şahî û coşiyê û cejnên kêfxweşiyê. Loma jî, ji rastî û aştiyê hez bikin.’
Tevahiya gelê Îsraêl rabû çû Bêt-Êlê û giriya. Li wir li hizûra Xudan rûnişt û wê rojê heta êvarê rojî girt. Wan qurbanên aştiyê û şewitandinê pêşkêşî Xudan kir.
Gelê Îsraêl ku li Mîspayê kom bû, ji bîrê av derxist û li pêşiya Xudan rijand. Wê rojê rojî girtin û gotin: “Me li ber Xudan guneh kir.” Samûêl li Mîspayê serweriya gelê Îsraêl kir.