30 Loma Xudan li ser Yehoyaqîmê Padîşahê Cihûdayê wiha dibêje: ‘Wê kesek jê tunebe ku li ser textê Dawid rûne. Wê cendekê wî bavêjin ber germa rojê û serma şevê.
Zilamekî ku sed zarokên wî hebin, salên dirêj jiyabe û rojên salên wî gelek bin, lê canê wî ji qenciyê têr nebûbe û di gorekê de nehatibe veşartin, ez dibêjim ku rewşa zarokê ji ber diya xwe çûyî ji ya wî çêtir e.
Xudan wiha dibêje: “Vî zilamî wekî kesekî bêzarok binivîsin ku qet bi ser neketiye. Ku wê qet bi ser nekeve. Çimkî wê kesekî ji ziriyeta wî bi ser nekeve, Wê li ser textê Dawid rûnene Û li Cihûdayê serweriyê neke.”
Wê li ber roj, heyv û tevahiya nexşên ezmanan bên raxistin ku wan ji wan hez kir, xulamî kir, da pey wan, lê geriyan û deverû çûn erdê. Wê neyên civandin û neyên veşartin. Wê li ser axê wekî ziblê bimînin.