Biblia Todo Logo
အွန်လိုင်း သမ္မာကျမ်းစာ

- ကြော်ငြာတွေ -




Yêremya 36:10 - Kurmanji Încîl

10 Wê gavê Barûk li Mala Xudan gotinên Yêremya ji nivîsê ji tevahiya gel re xwendin. Wî li devê Dergehê Nû yê Mala Xudan, li odeya Gemaryayê kurê Şafanê Nivîsende yê ku li hewşa jorîn e, ew xwendin.

အခန်းကိုကြည့်ပါ။ ကော်ပီ




Yêremya 36:10
17 ပူးပေါင်းရင်းမြစ်များ  

Şewa nivîsende, Sadoq û Aviyatar kahin bûn.


Sadoqê kurê Ahîtûv û Ahîmelekê kurê Aviyatar kahin bûn. Seraya nivîsende bû.


Silêman hewşa navê, bi sê rêz kevirên qewartî û bi rêzeke kêranên dara sedrê çêkir.


Lê wî bi tenê bilindciyên perizînê ji holê ranekirin. Gel hê jî li bilindciyan qurban serjê dikirin û bixûr pêdixistin. Yotam Dergehê Jorîn ê Mala Xudan çêkir.


Êlyaqîmê kurê Hîlqiyayê berpirsê qesrê, Şevnayê nivîsende, Yoahê dîroknivîsê kurê Asaf, kincên xwe çirandin, hatin ba Hîzqiya û gotinên fermandar jê re gotin.


Di hijdehsaliya padîşahiya xwe de Yoşiya, Şafanê Nivîsendeyê kurê Asalyayê kurê Meşûllam şand Mala Xudan û jê re got:


Gava serekên Cihûdayê ev yek bihîst, ji qesrê derketin, çûn Mala Xudan û li ber devê Dergehê Nû yê Mala Xudan rûniştin.


Lê Ahîqamê kurê Şafan, Yêremya parast û ji bo ku wî nekujin, neda destê gel.


Name bi destê Êlesayê kurê Şafan û Gemaryayê kurê Hîlqiya hate şandin ku Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê ew şandibûn Babîlê, ba Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê. Gotinên nameyê ev bûn:


û birin Mala Xudan, odeya kurên zilamê Xwedê Hananê kurê Yîgdalya. Ew ode li kêleka odeya serekan, li ser odeya Maesêyayê dergevanê kurê Şallûm bû.


Gava Mîxayayê kurê Gemaryayê kurê Şafan tevahiya gotinên Xudan ji nivîsê bihîst,


Tevî ku Êlnatan, Delaya û Gemarya ji padîşah lava kir ku tomarê neşewitîne jî, wî guh neda wan.


Loma tu here û rojeke rojiyê, ji gelê li Mala Xudan re ji tomara ku te ji devê min nivîsîne, gotinên Xudan bixwîne. Tê ji Cihûdayiyên ku ji bajaran hatine re jî bixwînî.


Wê gavê Barûkê kurê Nêriya her tiştê ku Yêremyayê Pêxember lê emir kiriye pêk anî û li Mala Xudan ji vê nivîsê gotinên Xudan xwendin.


Lê Barûkê kurê Nêriya li dijî me te sor dike. Ew dixwaze me bixe destê Kildaniyan ku me bikujin an sirgûnê Babîlê bikin.”


Ji bajêr fermandarê ku serweriya leşkeran dikir û heft zilamên li bajêr ên ji şêwirmendên padîşah, serleşkerê ku gelê welêt ji bo leşkeriyê dinivîsand û ji gelê welêt ê ku li nav bajêr bû, şêst kes birin.


ကြှနျုပျတို့နောကျလိုကျပါ:

ကြော်ငြာတွေ


ကြော်ငြာတွေ