7 Herwiha hûnê xaniyan ava nekin, tov navêjin û rez daneyînin. Hûnê nebin xweyê van tiştan. Di tevahiya rojên xwe de di konan de rûnin ku li welêt emrê we dirêj be.’
Em di konan de rûdiniştin. Me guhdariya Yehonadavê bavkalê xwe kir. Me her tiştê ku li me emir kir pêk anî.
“Qedrê dê û bavê xwe bigire ku emrê te li welatê ku Xwedayê te Xudan dide te, dirêj be.
Kurik mezin bûn. Esaw bû nêçîrvanekî baş ê ku ji çolan hez dike. Aqûb mirovekî bêdengê nav konan bû.
Hezkirîno, ez ji we hêvî dikim ku hûn xwe ji xwestekên nefsî yên ku li hember can şer dikin, dûr bixin, ji ber ku hûn li vê dinyayê xerîb û mêvan in.
Û bi şerabê serxweş nebin, di wê de bêedebî heye; lê bi Ruh tije bibin.
Malên wan ewqas pir bûn ku nikaribûn bi hev re bimînin. Ji ber ku heywanên wan zêde bû, welatê ku lê diman têra wan nedikir.
ne jî xanî ava kir ku em tê de rûnin. Rez, zevî û axa me jî tuneye.