7 Wê gavê artêşa Padîşahê Babîlê li dijî Orşelîmê û li dijî Laxîş û Ezêqayê şer dikir ku bajarên Cihûdayê bûn ku hê neketine dest. Wê gavê di nav bajarên Cihûdayê yên bisûr de tenê ev mabûn.
Padîşahê Aşûrê fermandarê xwe bi artêşa mezin re ji Laxîşê şand Orşelîmê ba Hîzqiyayê Padîşah. Fermandar hat û li ber Zeviya Kincşûştinê li ber coya li ba Hewza Jorîn sekinî.
Wî çaxî wê bajarên Cihûda û şêniyên Orşelîmê herin û ji îlahên ku ji wan re bixûrê dişewitînin bikin hewar. Lê gava ev bela bê serê wan, wê ev îlah nikaribin wan rizgar bikin.
Gava Nebûxadnessarê Padîşahê Babîlê bi tevahiya artêşa xwe, bi hemû padîşahiyên dinyayê û bi hemû gelên di bin serweriya destê wî de li dijî Orşelîmê û bajarên derdora wê şer dikir, ev gotin ji Xudan ji Yêremya re hat:
Gel dibêje: “Ma em çima li vir rûdinin? Divê em bicivin û bikevin bajarên bisûr, Li wir em bimirin. Çimkî Xwedayê me Xudan em ji mirinê re hiştin. Ji ber ku me li dijî Xudan guneh kir, Wî ava jehrê bi me da vexwarin.
Heta dîwar û sûrên bilind ên ku tu pê ewle yî hilweşin, wê te di hemû bajarên te de dorpêç bike. Wê li seranserê welêt, li hemû bajarên te, te dorpêç bike ku Xwedayê te Xudan dane te.
Li ser vê yekê Adonî-Sedeqê Padîşahê Orşelîmê ji Hohamê Padîşahê Hevronê, Pîramê Padîşahê Yarmûtê, Yafiyayê Padîşahê Laxîşê û Devîrê Padîşahê Eglonê re xeber şand û got:
Paşê pênc padîşahên Amoriyan –padîşahên Orşelîm, Hevron, Yarmût, Laxîş û Eglonê– artêşên xwe civandin û çûn. Wan li dijî Gîvonê artêşgehê xwe ava kir û şer kir.