6 Yêremyayê Pêxember tevahiya van gotinan li Orşelîmê, ji Sîdqiyayê Padîşahê Cihûdayê re got.
Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Te kuşt û ji xwe re kir milk jî?’ Tê jê re bêjî: ‘Xudan wiha dibêje: Li cihê ku kûçikan xwîna Navot alast, wê li wê derê xwîna te jî bialêsin.’”
Mîxaya sond xwar û got: “Bi navê Xudanê Jîndar, Xudan ji min re çi bêje, ezê wê bibêjim.”
Min got: “Ax, ya Reb Xudan! Ez bi rastî nizanim bipeyivim! Çimkî ez hê xort im.”
Xudan destê xwe dirêj kir, li devê min da û got: “Va ye, min peyvên xwe kirine devê te.
Ji ber ku Yûhenna ji wî re digot: «Nabe ku tu jinbira xwe bînî.»
Çimkî min xwe neda paş, min hemû daxwaza Xwedê ji we re got.
Samûêl tiştekî jê veneşart û jê re got. Elî jî got: “Ew Xudan e, bila ya xwe bike.”